Research studies

Destpêka nivîsînê li nik kurdan

The Beginning of Writing by the Kurds

 

Prepared by the researche : Prof. Dr. Farouk Ismail – Duisburg – Germany

Democratic Arabic Center

International Journal of Kurdish Studies : Fifth Issue – April 2024

A Periodical International Journal published by the “Democratic Arab Center” Germany – Berlin

Nationales ISSN-Zentrum für Deutschland
ISSN  2751-3858
International Journal of Kurdish Studies

:To download the pdf version of the research papers, please visit the following link

 https://democraticac.de/wp-content/uploads/2024/04/%D8%A7%D9%84%D9%85%D8%AC%D9%84%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%AF%D9%88%D9%84%D9%8A%D8%A9-%D9%84%D9%84%D8%AF%D8%B1%D8%A7%D8%B3%D8%A7%D8%AA-%D8%A7%D9%84%D9%83%D8%B1%D8%AF%D9%8A%D8%A9-%D8%A7%D9%84%D8%B9%D8%AF%D8%AF-%D8%A7%D9%84%D8%AE%D8%A7%D9%85%D8%B3-%D9%86%D9%8A%D8%B3%D8%A7%D9%86-%E2%80%93-%D8%A7%D8%A8%D8%B1%D9%8A%D9%84-2024.pdf

Kurte

Kedên ku hatine kirin li lêgera nivîsîneke kurdî ya kevin, hiştin ku guşguşek bi nav xemxurên vê babetê bikeve û raman û hizrin neyînî di meydana çanda kurdî de belav bibe. Ez bawerim ku ew ne bi rêbazeke zanistî pêk hatine, lê li gor daxwaz û xeyalan in. Gelo ta çi astê iddiayên li ser nivîsîneke kurdî ya mîxî, û nivîsînên Hewraman ên sedsala yekem b.z., û “pênûsa kurdan” ku Ibin Wehşiyyeh Nebtî di sedsala 9/10an de aniye ziman rastin? Ev lêkolîn bi şirove û şêkirin/tehlîl li ser van mijaran radiweste, û tevî red dike, û digihê vê encamê ku nivîsîn li nik kurdan dereng dest pê kirîye. Ta sedsala 16emin, ku kurdan bi alfabêya erebî nivîsîne, ew jî bi riya gelek dibistanên olî yên islamî ku di welatê wan de hatin vekirin, tu nivîsînek taybet li nav kurdan derneketîye.

Abstract

There are many efforts have been made in the search for a special ancient Kurdish writing system. It makes controversy and spreads negative ideas among interested people. I think most of them are not scientific approaches but are dominated by desires and imagination. What is the validity of what was said about the Kurdish cuneiform, the writings of Hewraman (from the first century BC), and the “Qelemul Ekradi” which was mentioned by Ibin Wehshiyeh en-Nebti in the 9/10 century? This paper deals with these matters, explanation, and analysis, and concludes that all of those are not true. Until the 16th Century the Kurds did not practice the writing; they only began to use the Arabic writing in Islamic religious schools existing in their land.

  1. Ziman û Nivîsîn

Di destpêkê de ziman hebû. Ziman bi hebûna mirov û pêdiviyên wî, hizirkirin û têgihiştinê re hatiye. Bi pêşketina xweristiya jiyana mirovê kevin re û kawdanên [zirûf] wî yên civakî û aborî, rêkûpêkbûna jiyana wî ya olî, û firehbûna sawêrên wî yên hizrî re, mirov hest kir ku axaftina devkî bilêvkirî têra wî nake. Her wiha diviya bû ku mirov tiştekî biafirîne ku ew tişt ziman bike giyaneke wisa ku  bi çavan lê bê nerîn û dîtin ku bi vî awayî karibe demeke dirêj wî biparêze. Di vir de rojbûna nivîsînê bû.

Ew di hundirê perestgehên Sûmeriyan de li başûrê Iraqê çêbû, bi destê perestparêzên ku çavdêrî û serpereştiya wan dikirin, ji ber ku wan di heman demê de desthilatdariya olî û bajarî dikirin. (Walker, 1987)

Ziman “Ji wan amarên dengî pêk tê ku bi rêk û pêk in û di wan de derdbirînek heye” (De Saussure, 1916: 26ff.). Ew amarên dengî bingeha kiryara ziman in, ew weke amarên mûzîkê ne, ziman wan kontrol dike da dengin curbicur derxin, tu mifa ji van dengan wê tunebe heger ji hev cuda bin, lê dema tên komkirin û li hev siwarkirin wate û destnîşanan distînin û (kîtên dengî) didin. Dema ku ew kît li hev siwar dibin (bêjeyan) didin û bêje têne cem hev dibin (hevok), û bi vî hawî deqeke hevgirtî têgihiştî bi wate li ber me diyar dibe.

Rêkûpêkî mercekî sereke ye, yan na wê ev kîtên dengî belawela, ne bi hev girêdayî bên û tu wateyê nadin, wî çaxî em ê ji wan dengên nehevgirtî re bêjin “lewlew” û gerek derbirîn bin, û mifadana wateyê di navbera gotebêj û guhdar û yên derdoran wan bigihînin. Bi vî hawî têgihiştina hizir, hest û pêdiviyan pêk tê.

Lê nivîsîn (nivîs) ew kiryara wênekirina dengê zimanî ye, û veguhestina wî bo bibe çavdîtî ye, tu pêdiviya nivîsê bi du aliyên nêzîkî hev tune, beşeke xwegirtî ji cih dadigre, palpiştiyê bi dest û çav dike.

Dema kiryara nivîsînê pêk tê, deng di ziman de dibe (tîpek) ku demek dirêj tê parastin, û ev rewş alîkarî di veguhestina hizir û zanînê dike, ku ji nifşekî bighê yê din û bi serdemin dirêj bike.

Carinan ziman û nivîs yek navî hilgirin (zimanê erebî, nivîsa erebî), û heye ku bi du navên cuda bin tevî digelheviya wan (zimanê sumerî, nivîsîna mîxî[mismarî]).

Her miletek zimanekî wî heye, lê ne pêwist e ku milet tevde şêweyekî taybet ji nivîsê pê hebe, lewra miletek nivîsê ji miletekî ku girêdana wî pê re hebe distîne, û tu pêdivî tune ku ew girêdan nijadî be, lê belê dibe çandî yan olî be. Weke mînak zimanên (osmanî, kurdî, farisî, efganî, pakistanî) tev bi tîpên erebî hatin nivîsîn.

Û dibe ku miletek şêweyekî ji nivîsînê ku berê di zimanê xwe de bikar tanî berde, û berê xwe bide şêweyekî din. Li Tirkiyeyê ji sala 1928an ve bi tîpên Latînî tê nivîsin, piştî ku dest ji yên erebî berdan. Weha jî alfabêya kurdî ya Celadet Bedirxan sala 1932an de li welat diyar bû, û beşeke mezin ji kurdan berê xwe danê li şûna tîpên erebî bi kar tînin.

  1. Nivîsîn li nik Miletên Kevnar di Welatên Kurdan de

Nivîsîn li nik miletên kevnar di welatên kurdan ên niha de -li gor şûnmayên zanistî berdest, ta niha – bi çend şêweyan hatiye.  Em karin bi giştî bêjin:

  • Miletin ji wan tiştek ne nivîsîne, û em tu nivîsînên wan ta niha nizanin, weke: lullu , kuti. (Klengel, 1987: 164ff.; Hallo, 1971: 719)
  • Miletin nivîsîna xwe bi nivîsa mîxî danîne, weke: xurri , mittani , urarti. (Wegner, 2007)
  • Kaşiyan (kasȋt) bi zimanê xwe tu pirtûk nenivîsîn, û piştî ku ji cihê xwe (Luristan) rabûn û fermandarî li welatê Babil kirin (1595 -1157bz.) bi zimanê xelkê cih nivîsîn; ango bi zimanê ekkedî (babilî) û bi nivîsa mîxî. (Brinkman, 1980: 472)
  • Zimanê mîdî (medî) nêzîktirîn zimanên kevnar e ji zimanê kurdî ye, lê em hindik tiştan li ser zanin, û tu deqên dirêjî ku pê hatine peyde nabin.

Zimanê mîdî tevlî farisiya kevin bû, ya ku bi nivîsa mîxî- alfabêtî hatiye nivîsîn (di serdema fermandariya exmîniyan de), û dûvre tevlî farisiya navîn bû (pehlewî) ya ku bi nivîseke alfabêtî taybet hatiye nivîsîn (di serdema ferandariya erşakî û sasaniyan de). (Schmitt, 2000: 21)

Xwiyaye ku ew di nav wan zimanan de winda bûye, weke îro di dema me de jî li gelek cihan de têk dire. Di vê tabloya jêrde em kronolojiya dîrokî ji ziman û nivîsînên beşekî ji malbata zimanên îranî, ji destpêka derbûna agahiyên dîrokî li ser medan û şaneşînên farisan (sedsaliya 9 b.z.) heta Îslamê, kêşkêş dikin. Têde pişaftina (essimilasyona) zimanê mîdî, û guhertinên şêweyên nivîsînê diyar dibe.

835             550              331             225          0        224          638-642/ 17-21k

          Med           Exmȋnȋ      Iskender       Part /Erşak          Sasanȋ        Islam

Ziman: Mȋdȋ + Ex.(farisiya kevin)  → pehlewȋ (farisiya navȋn)  → farisiya derȋ
                                                                                                        → kurdȋ
Nivȋsîn: mȋxȋ-alfabȇt            alfabȇta avesta                 alfabȇta erebȋ

 

  1. Gerîna li Nivîsîneke Kurdî

Gelek gerîn û hewldan ji bo dîtina nivîsîneke kurdî taybet bûne û dibin, lê di baweriya min de, ew ne bi rêbazeke zanistî , belê bêtir bi dilxwazî û fantazyan in. lewra ew tevheviyeke neyênî di nav kurdan de ҫêdikin. E mê li ser ҫend kar û baweriyan ji wan rawestin û binirxînin.

  • Nivîsîna Kurdî – Mîxî?

Di sala 1984an, di hejmara 53an ji kovara ” Sewtu’r-Rafideyn” de hevpeyvînek bi Ebdullah ez-Zehawî hate weşandin, tê de ew daxwyanî dike, wî li muzeya Brîtanî li Londonê nivîsînek kurdî-mîxî dîtiye, û navê nivîskarê wê yê kurd “Birasoz”e.

Vê agahiyê kir ku kêfa gelek kurdan bê, û di gelek cihan dubare bikin û binivîsin bêyi ku li ser bifikirin û ji pispora bipirsin. (Hacani, 2002) ( Yildirim, 2013,25 ).

Dîtina nivîsek (Tablet) bi nivîsa mîxî bi xwe rast bû, lê tiştekî kurdî tê de tunebû, ji xeynî ku navê nivîskar “Berossos” nêzî peyva kurdî “Birasoz” bû.

Berossos forma bi zimanê Yewnanî ji navê kahinekî Aramî (Bêl-usur / Ber’oşa) bû, li şarê Babil di navbera 350-250 b.z. jiyaye, bi zimanê yewnanî jî zanîbû û pirtûkek giring bi yewnanî di sê cildan, sernavê wê “Babylonika” nivîsandiye. di dawya temenê xwe li girava Kûs ( li derya Ige) bi cih bûye heta mirina xwe li wir e.(Ismail, 2001) Wî ji li ser hikayeta tofana Nûh variyantek nivîsandibû, ew bû ya hat dîtin, û li muzeyê navê wî li ber hatiye nivîsîn. Nêzîkbûna bilêvkirina navê wî li gor texmîn û dilxwaziya ez-Zehawî hişt ku ev bawerî di nav kurdan de belav bibe.

  • Nivîsîna “Hewreman”?

Hewraman navê herêmeke çiyayî û bajarokekî li Rojavayî Kurdistana Îranê ye, akinciyên wê bawermendên taîfa olî Yeresanî ne. Sala 1909an cotkarekî gencîneyek di cêrekî de di şikeftekê di çiyayê Kûhê Salan de (2597m) nêzîkî bajarê Hewraman (Qwraman, bi zimanê Farsî) dît. Tiştên têde tev nebedî bûn, ji bilî sê destnivîsan, ku li ser parçê çermî pêçayî hatibûn nivîsîn, Mîrza Seîd Xanê Kurdistanî (bijîşkê di bin rahênanê de li bajarê Sene) karîbû bi rêkê wan bidest xîne û xelas bike.

Sala 1913an Mîrza bi armanca xwendineke bijîşkî çû London, û ew destnivîs bi xwe re birin, û li wir ew şanî lêkolînerê brîtanî E. G. Browne dan. Piştî hûr lê nerî ew şand ba hevalê xwe Ellis H. Minns pisporê lêkolînên yewnaniya kevin, ji ber dît ku wê ew heq jê derkeve. Demekê li ba Minns man, piştî kopîkirin û lêkolînê li mozexana birîtanî bicî kir.

Minns xwendinek, wergerek û lêkolîneke berfereh li ser wan destnivîsan belav kir, û jê re diyar bû ku: (Minns 1915)

               – Destnivîsa yekem ji 64 rêzan e, ziman û nivîsîna wê yûnani ye, li sala 225an (bi roznameya Silûqiyan) vedigere; ango sala 88/87bz.

 – Destnivîsa duwem ji 30 rêzî ye, ziman û nivîsîna wê yûnani ye, li sala 291ê (bi roznameya Silûqiyan) vedigere; ango sala 22/21bz.

Herdu destnivîs tekstê hevpeymanekê kirîn û firotina erdekî bi rezê tirî, li cihwarê Dadbakan ji gundekî bi navê “Kop(h)anis” ku heye ew gundê “Kopi” e li herêma Qeqedax rojavayî deşta Şehrezûr. Giringiyeke herduwan heye ji ber kêmbûna vedîtina nivîsînên kevin di wê herêmê de. Li dema desthilatdariya part /Arşakiyan vedigerin (225bz- 224z).

– Destnivîsa sêyem ne yûnanî ye. Minns goman kir ku aramî ye, lewra dît ku bide dest pisporekî zimanê samî, û lêkolîner A. Cowley bijart û wêneyê destnivîsê jê re şand. Piştî çend salan Cowley lêkolînek hûr û berfereh li ser destnivîsê belav kir (Cowley, 1919: 147-154).

 Ew giha encamekê ku bi alfabêya aramî, bi zimanê pehlewî (farisiya navîn) tev çend peyvên aramî hatiye nivîsîn, û neqş bi vî hawî xwend:

  • șnt ///q   yrḥa   arwtt   mybnw   ftsfkbry twryn
  • // ..w   yky   krmaasmk   mh   abydșdnflgyat
  • rzbnwawyl brybșnyn dd   ahy   klazwzn  10  20  20  5
  • mh mn   bwmḥwty   .   ḥ..   hmy   ad/rlw   qdmth
  • șhdyntyrkbryafyn ……   bryrșnwarștt
  • bryabnw nryfnhy   brymtrfdy   synkbrymatbnn
  • …… krmaasmtnkrmazbntawylmn
  • ftsfkkla zwzn   10  20  20  5

Cowley wergereke sereta ne temam ji deqê re nîşan da, û dît ku ew li gorî roznameya silûqî bi sala 300 dîrok kiriye, ango sala 12/11 b.Z, û şêweyê nivîsîna deqê (ji alyê Paleografî ve) – li gor ew dibîne- “qûnaxeke zûye ji veguhestina ji nivîsîna aramî ber bi Alfabêta pehlewî ye”, û ew dişibe nivîsîneke Şah Şapûrê yekemîn ku di mozexana niştimanî Dublin a brîtanî de parastî ye, li cihwarê Hajiabad hatiye vedîtin, û lêkolîneran gotin ku zimanê wê “Pehlewî– Keldî (Aramî)ye”.

Piştre hin lêkolîn li ser beşin ji deqê destnivîsê hatin weşandin; (Unvala, 1920: 125-144), (Nyberg, 1923: 182-230).

   Lê ez bawer im ku deq bi nivîsîn û zimanê xwe Aramî ye, ew peymaneke bazirganî ye,  ji tarîxa peymanê, nişandana cihê rez, navê yê firotî û yê ku kirî ye, nirx, teqezekirina ku nabe kes vê peymanê red bike, navê pênc şahidan, dûbarekirina teqezekirina kirîn û firotinê, pêk hatiye.

(1) Nivîsîna “Hewreman”. (Cowley, A. (1919). The Pahlavi Document from Avroman. The Journal of the Royal Asiatic Society of Great Britain and Ireland, Cambridge,149).

Piraniya gotinê xuyayî aramî ne (me ew di metnê de reş kirine), lê navê kesên hatine gotin -13 nav in- ew navin îranîya kevin in (me ew di metnê de meyl kirine), û ew ne deqa aramî bi tenê ye ku di qada îranî de hatiye vedîtin, ji dema berî vê deqê û di pişt re jî.

Çawa be, ez tu peywendiya vê destnivîsê bi kurdî re nabînim, ne ziman û ne nivîsîn? Û tu bingeheke zanistî di girêdana wê bi kurdî re tuneye, (Ehmed, 2003: 308-310) (Yildirim, 2013: 26) (Adak, 2013: 99) (Őpengin, 2014: 25).

kurdîbûna wê ew e, ku di herêmeke cugrafî kurdî de hatiye dîtin, û ev ne delîl e. bi hezaran metnên kevin yên Sumerî, Babilî-Asûrî, Aramî …. Erkeologan li herêmen kurdan vedîtine.

  • Ibin Wehşiyeh û “qelemul Ekradî”:

Bi destpêka Islamê û belavbûna wê re di welatê kurdan de, kurd jî mîna miletên din ên misilman ên ne ereb, berê xwe dan fêrkirina zimanê erebî û nivîsîna nivîsa erebî.J.G.Taylor Qunsilê Birîtanî li Diyarbekirê di nabêna 1861-1863 dibêje ku ew ji Meyafarqînê çûye bi rojhilat ve, û nexşek erebî yên herî kevn li Tirkiyê (ji sala 22k. – 642/643z.) li cem çemê Batmanê (yan: Nymphaeus) dîtiye. Ew nîşan dike ku nivîsîna erebî zû gihaye Kurdistanê.(Taylor, 1865:25)

 Lê destnivîsek ji sedsala 3k. /9-10z. de heye li ser nivîseke  kurdî taybet diaxive, bi sernavê: Şewqu’l-musteham fî me`rifeti rumûzil eqlam. Ango: Coşa yê evîndar di naskirina nîşanên [amajeyên] pênûsan de. Û gelek ji kurdan, nivîskar û rewşenbîr, baweriyê pê tînin. ((Ehmed, 2003: 330-332)(Yildirim, 2013: 26-27)(Adak, 2013: 99-100).

Danerê wê Ebû Bekir Ehmed bin Elî bin Wehşiyyê Ennebtî ye.Pênasîna kesayetû berhemên wî di gelek ҫavkaniyên erebî de hene: ( Ibin en-Nedîm, el-Fihrist, 433,504-505; Ismail Paşa, Idahul Meknûn 4/ 59; ez-Ziriklî, el-E’lam 1/ 170; el-Bustanî, Da’iretu’l-Me’arif, 4/ 132; ‘Umer Riza Kehhaleh, Mu’cem el-Mu’llifîn 1/122; Yusuf Ilyan Serkîs, Mu’cem el-Metbû’atil ‘erebiyyh we el-Mu’errebeh, 1/ 281; Brockelmann, Tarîxul edebil ‘erebî, Sezgin, Tarîxut Turas el-‘erebî, 7/ 107…)

 Jidayikbûn û mirin ne nas e, lê nîşanin hene ku ew di berdawiya sedsala 3k. /10z. de miriye.Ew bi binyada xwe Kesdanî (Nebtî) bû, ango ji jêmayên Aramîyên Keldî / Keldaniyên kevin ên başûrê Iraqê (b.z.)ye, ew serê xwe bi vî eslê xwe bilind dike, û tevî ku bû misilman jî hê ew nijadperestî li nik peyde dibû.

Di cado (sihir) de dixebitî, nivişt û berbejn dinivîsîn. Jêder çend pirtûkên wî di vî biwarî de berçav dikin:

  • Kitabu terdiş Şeyatîn “Pirtûka Derkirina Iblîsan”
  • Kitabu es-Sihri el-kebîr “Pirtûka Cado ya mezin”
  • Kitabu es-Sihri es-Sexîr “Pirtûka Cado ya piçûk”
  • Kitabu er-Ruqa we et-Te’awîz “Pirtûka bazbend û niviştan”

      Weha jî çend pirtûk di biwarê Kîmya û feleknasiyê de wergerandine (ji Babiliya Keldî/ Keldanî û Yûnanî). Lê berçavtirîn karê wî du pirtûkin:

  • Wergerandina pirtûka el-Filahetun Nebtiyyeh “Cotkirina Nebtî” ya ku li ser çandiniyê û çawabûna wê diaxive, çend hijmar jê di pirtûkxanên destnivîsan de yên erebî û ewropî de hene.
  • Pirtûka: Şewqul musteham fî me`rifeti rumûzil eqlam.

Di sala 241k. / 856z. de ew bi dawî kir. Ji 8 dergeh û dûmahiyekê pêk tê, li ser şêweyên nivîsên kevn li cem gelek miletan diaxive (erebî, suryanî, nebtî ya kevn, ibranî, misrî ya kevn, musneda yemenî, yewnanî…).

ji dergehê heştan jê, emê vêya bixwînin:

(2) “qelemul Ekradî”ya Ibin Wehşiyyeh Ennebtî (El-Tebba’, Iyad Xalid (2003). Menhecu Tehqîqil Mextûtat we me’ehu kitabu Şewqul Musteham fî Me`rifeti Rumûzil Eqlam li Ibin Wehşiyyê Ennebtî, 134)

Wergera wê eve:

Pesnek pênûseke din ji pênûsên kevin

Û tê de tîpin zêdeyî rênivîsan hene. Kurd dibêjin ku ev pênûs ya ku Bȋnûşad û Masî yê Sûratî herduwan pê nivîsîne. Hemû zanist û hunerên xwe bi vê pênûsê nivîsîne. Û vaye şêwenivîsa wê weke tu dibîn.

 [                                              ]

Û tîpên mayî me tu bilêvkirin û mînak jê re di tu zimanî û pênûsê de nedîtin e. Ew jî ji pênûsên `ecêb e. Û wênekirinên xerîb e. Û min li Bexdadê nêzîkî sih pirtûkî bi vê şêwenivîsê dîtin. Li Şamê du pirtûk pê li ba min hebûn. Pirtûkek li ser cotkirina rezan û darên xurma. Û yek li ser sedemên [nexweşiyên] avê û çawabûna derkirina wê ji bin erdên nenas. Û min ew ji zimanê kurdan wergerandin zimanê erebî. Da mirov tev [Benî beşer] sûdê jê bibînin.  Berî niha min ew timam nekiribûn. Lê dema Xwedê timamkirina wê ji min re hasanî kir min ew di bîst û yekê [Alifan ?] de bi dawî kir. Û li gor daxwaz û mebestê hat. Bi alîkariya Xwedayê gewre. Û min ew kir gencîne di gencînxana cenabê Mîrê bawermendan [emîr el mu`minîn] Ebdulmelik bin Merwan de. Xwedê wî bi xweşiya dewleta wî şa bike. Û sitûna olê bi hêza wî rake. Roja Pêncşema pîroz. Heyva Remezanê. Sala dused û çil û yekê.

Û spas ji Xweda bi tenê re.

                                   Tewa bû.

Em ji deqê dighin van encaman:

  • Hevdemî û rikberiya ku digha pileya dijminatiyê di nav kurd û keldanan de.

Nijadperestiyek li cem Ibin Wehşiyyê xuyaye, û di nivîsînin din de jî. Di vî warî de Rojhilatnasê bi nav û deng Carl Brockelmann (1868-1956) dibêje:

  Ibin Wehşiyyêdi pirtûka xwe ya sereke de (el-Filahetun Nebtiyyeh) -mîna nijadperestan- wî hewl daye terxan bike ku şaristaniya babiliyên kevnar bi gelekî di ser şaristaniya erebên serkeftî re ye, lê ji ber ku tu agahiyên rasteqînî li cemê  nebûn wî ji li ba xwe jêder çêkirin û li jêderê hêlînî hindik ku wergerandî bi dest ketine zêde kirin…Û tev ku misilmantiya wî rast xwiyaye jî, lê wî di bin siya wan jêderên ku wî afirandine şerê bawermendiya islamê kiriye. ( Brockelmann, 1975: 319-323 )

 û tevlî wê jî ew zîrekbûna kurdan di çandiniyê de berçav dike, dûvre vedigere ku wê qencineyê li keldana vegerîne (yên ku berî wan li wir bi cih bûbûn).

  • Dema li ser kurdan diaxive gelekî lêkerê (dibêjin) bi kar tîne, weke rengekî ji ne bawerkirinê.
  • Dibêje: Kurd dibêjin ku ev pênûs ya ku Bȋnûşad û Masî yê Sûratî herduwan pê nivîsîne…”.

Ev dide xuyanî ku ew herdû nivîskar bûn, û Sûratî paşnavê Masî ye, û ew ne du êlin weke ku hin lêkolîneran digotin. Û heger êl bana wê bi şêweyê pirjimar hatiba, ne ya duduwan [di erebî de şêweyê dukes û pirjimar jev cudaye], û ji pirtûka wî tê nasîn ku gelek pênûs (qelem) bi navê kesna hatine, hejmartina wan li vir wê gelekî dirêj be.

  • Em tiştekî li ser herdû kesan di jêderin din de nizanin. Lê nave Bȋnûşad di destpêka pirtûka wî “el-Filahetun Nebtiyyeh” derbas dibe wekî zanyarekî gelekî kevin ku zanên Babilê jê mifa girtin.
  • Tu jêderên din li ser vê pênûsê (nivîsê) ya ku Ibin Wehşiyyê dîtiye neaxivîne, û ne li ser pirtûkên ku pê hatine nivîsîn.
  • Tu pêzanîn li ser jiyana Ibin Wehşiyyê û tevjiyana wî bi kurdan re li cem me tunene, û ne bê li ku derê fêrî zimanê kurdî bûye?.
  • Ibin Wehşiyyê ne mirovekî cêbaweriyê ye, û idda wî bi zanebûna pênûsên ku behsa wan di pirtûka xwe di kiriye ne rast e. Nivîsa Ibranî û Suryanî îro roj xweşik naskirî ye, lê ew wêne  ku wî ji wan re danîne ne rastin!

Em karin bêjin ev nûçeyeke yekane -ta niha- li ser pênûsa (nivîsa) kurdî hatiye, û xwediyê wê cadovanek, tê têkilya wî bi kurdî û kurdan ve tunebû. Lewra bo teqezkirina wê pêdiviyek bi jêderin din û belgene din heye, yana bawerî pê nayê.

  1. Encam:

Hewldanin din jî bûn, û hîn jî dibin ku nivîsînek kurdî taybet teqez bibe, di bin bandora hizra neteweyî germ de, lê ew dûrî zanistiyê ne. Di baweriya min de ku ta niha em tu nivîseke kurdî taybet nizanin,  girêdana kurdan a xurt bi islamê ve û qurbaniyên wan di ber de, ew ber bi nivîsîna bi tîpên erebî de dehfandin, ew jî diyare ji kevintirîn deqên kurdî, ji hemû wêjeya klasîk bi zaravayên curbicur (Lorî, Hewramî, Kurmancî, Soranî); yên ku ketine nav destên me.

Jêder:

Adak, Abdurrahman (2013). Destpêka Edebiyata Kurdî ya Kasîk. Çapa yekem, Istanbul, Nûbihar 153.

Brinkman, J. A. (1980). Kassiten. Reallexikon der Assyriologie, Band V, 470-481.

Brockelmann, Carl (1975). Tarîxul  Edebil Erebî. Wergera: Es-Seyyid Yaqûb Bekir – Remezan Ebduttewab, Cildê 4, çapa 3, Darul Me’arif, Qahireh.

Cowley, A. (1919). The Pahlavi Document from Avroman. The Journal of the Royal Asiatic Society of Great Britain and Ireland, Cambridge, 147- 154.

De Saussure, Ferdinand (1916). Cours de linguistic generale. Wergera: Yoêl Yusuf Ezîz, Silsiletu afaq erebiyeh 3, 1985, Bexdad.

Ehmed, Cemal Reșîd (2003). Zuhûru el-Kûrd fi’t-Tarîx. cildê 2, çapa 1, Erbîl, Kurdistan: Dār Aras.

El-Tebba’, Iyad Xalid (2003). Menhecu Tehqîqil Mextûtat we me’ehu kitabu Şewqul Musteham fî Me`rifeti Rumûzil Eqlam li Ibin Wehşiyyê Ennebtî.Çapa 1, Dimeşq: Dar el-Fikr.

Hacanî, Hazim. (2002). Sefehatun min Tarîxi el-Kurd we Kurdistan. çapa 1, Erbîl, Kurdistan: Mu’sesetu Mukriyanî.

Hallo, W. W. (1971). Gutium. Reallexikon der Assyriologie, Band III, 708-721.

Ismail, Farouk. (2001). Ber’osa / Berossos. El-Mewsû’etu el- ‘Erebiyyeh (Arab Encyclopaedia ), Dimeşq, Vol. IV, 865.

Klengel, H. (1987). Lullubi. Reallexikon der Assyriologie, Band XII, 164-168.

MacKenzie, D. N. (1987). Avroman Documents. Three Parchments found in a cave in the Kūh-e Sālān. Encyclopaedia Iranica, Columbia University, Vol. III, Fasc.1, 111.

Minns, Ellis H. (1915). Parchments of the Parthian Period from Avroman in Kurdistan. The Journal of Hellenic Studies, London, 35, 22- 65, Pl. I-III.

Nyberg, H. S.(1923). The Pahlavi documents from Avroman. Le Monde Oriental, Paris, 17, 182-230.

Őpengin, Ergin (2014). Kadim Kürtçenin Izinde. Tevatür ve temellük kiskacinda kürt kültür tarihçiligi. Kürt Tarihi, Istanbul, 11, Turkey, 18-29.

Schmitt, Rüdiger (2000). Die iranischen Sprachen in Geschichte und Gegenwart. Reichert Verlag, Wiesbaden.

Taylor, J. G. (1865). Travels in Kurdistan. Journal of the Royal Geographical Society of London, London, 35, 21-58.

Unvala, J. M. (1920). On the Three Parchments from Avroman in Kurdistan. Bulletin of the School of Oriental Studies, London, 1(4), 125-144.

Walker, C.B.F. (1987). Reading the Past. Cuneiform. 1. Edition, London, British Museum Publications.

Wegner, Ilse (2007). Hurritisch, eine Einführung. 2. Edition, Harrassowitz Verlag, Wiesbaden.

Yildirim, Kadri (2013). Kürtlerin islam őncesi. Alfabe serüveni. Kürt Tarihi, Istanbul, 5, Turkey, 24-29.

5/5 - (1 صوت واحد)

المركز الديمقراطى العربى

المركز الديمقراطي العربي مؤسسة مستقلة تعمل فى اطار البحث العلمى والتحليلى فى القضايا الاستراتيجية والسياسية والاقتصادية، ويهدف بشكل اساسى الى دراسة القضايا العربية وانماط التفاعل بين الدول العربية حكومات وشعوبا ومنظمات غير حكومية.

مقالات ذات صلة

زر الذهاب إلى الأعلى